Li Bakurê Kurdistanê zingilê hişyariyê ji bo zimanê Kurdî tê lêdan

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekîn eşkere kir, di werzê perwerdeyê ya sala 2023-2024an de, tenê 23 hezar xwendekaran serî li dersên Kurdî dane, di dema ku di sala 2015an de, 80 hezar xwendekaran serî li dersên Kurdî dabûn, ev e jî nîşan dide ku di nava heşt salan de daxwaza li ser dersên Kurdî ji sedî 71 daketiye.

Amareke Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê nîşan dide ku zimanê Kurdî ber bi metirsiyeke mezin de ye û rêjeya xwendekarên ku dersên Kurdî hildibjêrin ji sedî 71 daketiye.

Pêgeha “Gazete Duvar” di nûçeyekê xwe de radigihîne ku, Parlamentera HEDEPê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigitê, di derheqê perwerdeya zimanê zikmakî de, çend pirs arasteyî Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekînî kirine û li gor ragihandina wezîrî, di werzê perwerdeyê ya sala 2023-2024an de, tenê 23 hezar xwendekar serî li dersên Kurdî dane.

Ev yek di demekê de ye, di sala 2015an de, 80 hezar xwendekar serî li dersên Kurdî dabûn û ev e jî nîşan dide ku di nava heşt salan de daxwaza li ser dersên Kurdî ji sedî 71 daketiye.

Lê rapirsînên herî dawî yên di derheqê perwerdeya zimanê Kurdî de, berevajî vê amarê bûn. Li gor rapirsîna SAMERê ku di dawiya meha Cotmeha û destpêka Mijdarê de, li 15 bajarên Bakurê Kurdistanê kiribû, ji sedî 86.7ê beşdaran, dixwestin zarokên wan bi Kurdî perwerde bibin.

Heke rapirsîna SAMERê rast û serkeftî be, “wê demê çima daxwaza li ser dersên Kurdî ji sedî 71 daketiye?” dibe pirseke mezin.

Ev pirs û xema Fîlozofê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî jî bû û di Mem û Zîna xwe de digot: “Çi b’kim ko qewî kesad e bazar, nînin ji qumaş-i ra xerîdar.” Digel ku zêdetir ji 350 sal bi ser vê gotina Xanî derbas bûne, Kurdî hê bêxerîdar.