Kesk’ê li Diyarbekir mîtînga “Ji Gel Re Budce” lidar xist

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê mîtîngek bi navê “Ji Gel Re Budce” hat li darxistin. Di mîtîngê de karkeran daxwaz kirin ku şert û mercên wan ên darayî werin başkirin û bal hate kêşan ku li Tirkiyeyê heta ku pirsa Kurd çareser nebe dê pirraniya budceyê bo şer were veqetandin.

Li Diyarbekirê di qada îstasyonê de ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê ve mîtîngek bi navê “Ji Gel Re Budce” hat li darxistin. Di mîtîngê de hat amajekirin ku dema budce werin amadekirin divê daxwaz û pêdiviyên karkeran werin dîtin. Nunerên Kedkaran bal kêşandin ku di budceyên salên borî hêmana wekheviyê berçav nehatiye girtin û divê êdî dawî li vê rewşê were anîn.

Rêveberê Kesk’ê Faruk Ercan ji K24ê re got: “Budceyên tên amadekirin ji bo kompaniyên nas tên amadekirin, bac her ku diçe zêde dibe. Em dixwazin budce li gorî xîzanan be, ne li gorî dewlemendan be. Bila budce ne ji bo şer be.”

Ji bo butçeya 2023yê ya bergirî û ewlekariyê 468 milyar lîreyê tirkî hatibû veqetandin û bo 2024ê tê pêşbînîkirin ku ev yek bibe 1 trilyon û 133 milyar lîreyê tirkî ku kedkar dixwazin ji dêvla şer ji başkirina jiyana kedkaran re budce were veqetandin.

Karker: “Em ne tenê ji bo aborî, em ji bo aştî û azadiyê jî li vir in, em dixwazin pirsa kurd çareser bibe.”

Karker: “Em dixwazin şert û mercên kedkaran baş bibe ku kedkar pêş bikevin, ne paş bikevin.”

Karker: “Em mafên xwe dixwazin. Em dixwazin nava civakê de wekhevî hebe.”

Karker balê dikêşin ku heta li Tirkiyeyê pirsa kurd çareser nebe dê bo lêçûnên şer budçeyek zêdetir were xerçkirin û ev yek dibe sedem ku li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê bidawî nebe.