Elî Nazim: Tirkmen û Ereb dixwazin xelkê xwe bînin bajarê Kerkûkê û dengan pê bidin

Elî Nazim
Elî Nazim

Navenda Nûçeyan (K24) – Ereb û Tirkmenên Kerkûkê li Dadgeha Federalî tan li qanûna hilbijartinên civatên parêzgehan daye ku biryar e li 18ê vê mehê bên kirin. Behaneya wan ew e ku hejmareke navan piştî sala 2003ê ji bo tomara dengderên Kurd hatiye zêdekirin.

Îro roja Yekşemê, 3ê Berçileya 2023ê, kandîdê hejmar 27 ê PDKyê Elî Nazim ji K24ê re got, “Ereb û Tirkmen li Kerkûkê bizavê ji bo paşxistina hilbijartinan dikin. Ew jî wekî PDKyê qanûnê wekî serwer dibînin û amadekariyên temam kirine û ji bo hilbijartinan amade ne û bawerî bi xelk û dengderên xwe heye”.

Ew kandîdê PDKyê wesa difikire ku Ereb û Tirkmen dixwazin bi wê paşxistinê herî zêde xelkê xwe bînin Kerkûkê û bînin ser sindoqên dengdanê. Wî got, “Mimkin e ev yek ji kêmiya baweriya wan ji wergirtina dengan di hilbijartinan de hatibe, me baweriyeke temam bi dengderên xwe heye û em amade ne tevlî hilbijartinan bibin”.

Kandîdê hejmar 27 ê PDKyê li Kerkûkê bal kişand ser nasnameya Kerkûkê jî û got, “Eger bi bi dîrokê be, Kurd xwediyên Kerkûkê ne. Eger bi qanûnê jî be, divê qanûna madeya 140ê bê bicihanîn ji bo ku diyar bibe kî xelkê resen ê Kerkûkê ye”.

Herwesa got, “Me wekî PDK xwe ji bo xizmetkirina bajarê Kerkûkê û xelkê wê amade kiriye, niha henaseya azadiyê vegeriyaye Kerkûkê û xelkê wê hest bi baweriyê dike, hest dike niha xelkek heye ku xwedîtiyê jê re dike”.

Kandîdê PDKyê li Kerkûkê soz da xelkê bajarê Kerkûkê ku bazirganiyê bi dengên dengderan nekin û li nav Kerkûkê parêzerên dengên wan bin.