Mamosteyekî zimanê Kurdî yê Rojhilatê Kurdistanê cezaya 11 sal zîndan lê hate birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Mamosteyekî zimanê Kurdî li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, cezaya 11 sal zîndan lê hate birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan “Hengaw” ragihand, mamosteyê zimanê kurdî û endamê Desteya Rêveber a Encûmena Çandî û Civakî ya Nûjîn, Seywan Îbrahîmî, cezaya 11 sal zîndan ji aliyê dezgeha dadweriya Îranê ve lê hate birîn.

Li Liqê Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sineyê bi hinceta “grûp ji bo têkbirina ewlehiyê ava kiriye” bi 10 salan û bi tometa “propaganda li dijî hikûmetê kiriye” jî salek cezayê zîndanê li Seywan Îbrahîmî hatiye birîn.

Mamosteyê zimanê kurdî Seywan Îbrahîmî, 4 meh berê di dozeke din de, bi 40 qamçiyan hatibû cezakirin.

Mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî jî ku hevjîna Seywan Îbrahîmî ye, sala borî bi heman hincetan, 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, lê piştre efûya giştî jê re hat dayîn û hat azadkirin.