HEDEP: Em ê li her cihê Tirkiyeyê namzedan destnîşan bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka HEDEP radigihîne, ew xwe amade dikin li her cihê Tirkiyeyê namzedên şaredariyan destnîşan bikin.

Civata Rêveber a Navendî ya HEDEPê ev du roj in li ser hejmarek pirs û mijarên hestiyar ên wekî nexşerêya HEDEPê ya di hilbijartinên şaredariyan de û redkirina navê HEDEPê ji aliyê Dadgeha Bilind ve dicive.

Berdevka HEDEPê Ayşegûl Dogan ragihand, hilbijartina şaredariyan bo wan pêvajoyeke nû ye û ew dixwazin di vê pêvajoya nû de destkeftiyên xwe li hemû bajar û bajarokên Tirkiyeyê mezintir bikin.

Herwiha got: “Li parêzgehên Rojava jî komîsyonên me hatin avakirin. Me dest bi wergirtina serlêdanên namzetên namzetan kir. Bi gotineke din amadekariyên me temam bûne ku em bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinên herêmî li seranserê Tirkiyê bibin.”

HDP di hilbijartina 2019ê de jî li bajarên mezin ên Tirkiyeyê namzed destnîşan nekiribûn, ev e jî wisa kiribû ku gelek şaredariyên AK-Partiyê û MHPê yên wekî Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn û Antalyayê, bikevin destê CHPê.