Perêz Omer: Çarenivîsa 2640 keç û jinên Êzidî ne diyar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Perêz Omer ragihand, zêdetirî 2640 keç û jinên Kurd ên Êzidî di destê DAIŞê de mane û çarenivîsa wan ne diyar e.

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 4.12.2023an li Hewlêrê konferanseke bi navê “Jenosayda Kurdên Êzidî, Pirsa Jin û Kulturê” taybet bi keç û jinên Êzidî lidar xist.

Perêz Omer yek ji yek organîzatorên konferansê ye ji K24ê re got: “Hîn zêdetirî 2640 keç û jinên Êzîdî di destê çekdarên DAIŞê de mane, di demekê de ku ti navçeyek di bin kontrola wan de nemaye.”

Perêz Omer got: “Erkê her Kurdekî ye ku alîkariya keç û jinên Êzidî bike, da ku vegerin jiyana xwe ya asayî. Ji ber ku gelek ji wan her çendî hatine rizgarkirin jî, di rewşeke derûnî ya xerab de ne.”

Perêz Omer jinên ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin bi “qehreman û mêrxas" binav kirin û got: “Hinek ji wan 11 caran hatin firotin, eşkence û gelek êş û azar dîtin, lê ew xweragir bûn û karîn xwe rizgar bikin.”

Destnîşan kir jî: “Divê li her kolaneke vî welatî peyker ji bo wan bên danîn, ji ber ku ew qehremanên gelê Kurd in, lê dîsa jî pêwîstiya wan bi alîkariyê heye ku vegerin ser jiyan xwe ya asayî û warên xwe.”

Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî dibêje, DAIŞê di sala 2014an de zêdetirî 6417 Kurdên Êzidî revandin, ji wan 3548 jin û 2869 jî mêr in.

Li gorî nivîsgehê, heta niha 3568 keç û jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û 2640 kesên din jî çarenivîsa wan ne diyar e.