Li Diyarbekirê tevgera nûjenkirina saqoyên çermî û pêlavan zêde bûye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bi hatina demsala zivistanê re, li Diyarbekirê liv û tevgera nûjenkirina saqoyên çermî û pêlavan zêde bû. Bazara nûvejenkirinê ku ji ber bandorên neyînîn yên aboriyê zêdetir serî lê tê dayîn, li gorî par ji % 200 zêde bûye.

Li Navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, yek ji wan pîşeyên ku li ber wendabûnê ne, pîşeya nûvejenkirina saqoyên çermî ye. Li vê dikana ku 40 sal in bê navber heman kar lê tê kirin, bi taybetî di navbera cotmeh û adarê de liv û tevger gelek zêde ye. Hosteyên vê pîşeya nûvejenkirinê, sedema ku xelk vê rêbazê hildibijêre, wiha şîrove dikin:

Hosteyê nûvenjenkirina saqoyan Mehmet Çetîn: “Berê saqoyan dihanîn cem me. Karê me jî ji %30 ji %40 dimeşiya û rewş asayî bû. Lê belê niha karê me ji %100 ji % 200 zêde bûye. Ez her roj heta sibehê bixebitim, kar naqede. Ji ber ku derfeta aboriyê ya mirovan jî kêm bûye, ev yek bandoreke zêde dike. Xwezî ne wiha bûya û me jî ev kar nekiriba.”

Li aliyê din, zêdebûna buhayê pêlavan jî dibe sedem ku xelk berê xwe bide dikanên ku pêlavên destan çêdike. Lewra li gorî pêlavên ku bi makîneyan çêdibin, ev pêlav hem erzantir in hem jî ji aliyê zeximbûnê ve çêtir tên dîtin. Hosteyên pêlavan jî eleqeya welatiyan a ji bo van pêlavan bi vî awayî radigihînin.

Hosteyê pêlavan Mûrat Songur got: “35 sal in ez vî karî dikim. Ev kar, ji me re ji bab û kalan nemaye. Ez berê şagirt bûm, niha hoste me. Berê kar gelek baş bû. Ji cotek pêlav ferek jê sermaye bû, ferek kara destê me bû. A niha ewqas ne zêde ye lê belê eleqeya xelkê ji bo pêlavên me gelek zêde ye.”

Welatiyên Diyarbekirê jî ji kêmbûna hêza kirînê ku roj bi roj dihele bi fikar in. Welatiyên ku nikarin debara xwe ya rojane bikin, rewşa xwe bi vî awayî tînin zimên.

Welatî Serhat Temel: “Xizanî zêde bûye. Xelk nikare 2 cot pêlavan bi hev re bikire. Min ji xwe re cotek pêlav kiriye bi 200 lîreyan. Ez niha wan dikim lingên xwe. Ez nikarim bi 1500 lîreyan pêlavan bikirim. Ma em ê çi bikin? Dema kevin bibe, em ê bidin nûvejenkirin. Xelk xizan bûye.”

Ji ber kêmderfetiya aboriyê, gelek kes berê xwe didin dikanên nûvejenkirina seqoyên çermî û pêlavan. Ev pîşeyên ku bi dehan sal in li Diyarbekirê dewam dikin, nîşan didin ku hevsenga aboriyê li hin taxan neguheriye.