Nişîngeha Hewlêrê hişyariyê dide Kurdên Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirê Nişîngeha Hewlêrê hişyariyê dide Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn ku neçin bajarên din ên Iraqê.

Rêvebirê Nişîngeha Hewlêrê Şêx Kamil Mihemed ji K24ê re ragihand, li gorî amarên sala borî, zêdetirî 150 hezar kesên biyanî bi rêya înternetê, bi awayekî fermî daxwaza wergirtina vîzeya ji Wezareta Navxwe kirine û daxwaza mana salekê kirine.

Diyar kir jî: “Ew biyaniyên ku hatine Herêma Kurdistanê, ji 71 welatên cuda hatine, lê piraniya wan welatiyên welatên cîran ên wekî Sûriye, Îran û Tirkiyeyê ne.”

Amaje bi wê yekê kir jî, “Ewlekariya her kesê ku bixwaze li Herêma Kurdistanê bimîne, ji bo me pir girîng e. Ji ber wê, berî dana moleta, pişknîna xwînê û her nexweşiyeke din ji wan re tên kirin.”

Şêx Kamil Mihemed hişyarî da jî: “Em welatiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê hişyar dikin ku ji ber kar yan her sedemeke din serdana navçeyên din ên Iraqê nekin, ji ber ku ew li moletên me mikur nayên û wan vedigerînin, ev jî pêwendiya wê ya sereke bi aliyê siyasî ve heye.”

Pêştir, hejmarek ji koçberên Rojavayê Kurdistanê ku beşeke wan ji bo kar û beşek jî ji bo çareseriyên bijîşkî çûnbûn Bexda û navçeyên din ên Iraqê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatibûn girtin û hinek ji wan jî radestî Hikûmeta Sûriyeyê kiribûn.