Şêwekara Kurd Hêro Şêxe pêşangehek bi navê “Dayikayetî” li Hewlêrê vekir

Hêro Şêxe
Hêro Şêxe

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekara Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Hêro Şêxe pêşangehek bi navê “Dayikayetî” li navenda Framnig School a Hewlêrê vekir.

Şêwekar Hêrê Şêxe dibêje, ew di berhema xwe ya nû de li ser mijara dayiktiyê radiweste û hin pirsan pêşkêş dike, wek: Jin piştî ku zarokekî tîne, çawa weke tak diguhere û çi bi ser de tê?

Ev pêşangeh di çarçoveya projeyên hunerî yên Hêlan hate vekirin. Hêlan projeyek e Enstîtuya Goethe ya Iraqê, bi hevahengiya Save Gallery û Framing School of Photojournalism e.

Hêro Mistefa Şêxasala 1991ê li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye, sala 2008an li bajarê Şinoyê Peymangeha Hunerên Ciwan xwendiye.

Piştre li Başûrê Kurdistanê, li Kolêja Hunerên Ciwan Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê dest bi xwendina şêwekariyê kir, di sala 2013an de jî lîsansa bilind wergirtiye.

Hêro sala 2014an yekem pêşangeha xwe ya takekesî li Hewlêrê vekir, herwiha beşdarî çend pêşangehên din ên hevbeş jî bûye. Ew niha di warê şêwekariyê de xwendekara masterê ye.

Hêro Şêxe
Tabloyeke Hêro Şêxe
Hêro Şêxe
Tabloyeke Hêro Şêxe
Tabloyeke Hêro Şêxe
Tabloyeke Hêro Şêxe
Tabloyeke Hêro Şêxe
Tabloyeke Hêro Şêxe
Tabloyeke Hêro Şêxe
Tabloyeke Hêro Şêxe