Kompaniya peywendiyan a Filistînî: Tevaya xizmetkariyên peywendiyan û internetê li Kertê Xezzeyê qut bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Kompaniya peywendiyan a Filistînî piştî qutbûna rêyên serekî yên Kertê Xezzeyê, qutbûna tevaya xizmetkariyên peywendiyan û internetê li Kertê Xezzeyê ragehand.

Kompaniya peywendiyan a Filistînî parve kiriye, di roja 59ê ya şerê Xezzeyê de tevaya xizmetkariyên peywendiyan û internetê li Kertê Xezzeyê qut bûn, ev jî di demekê de ye ku hêzên Israîlê êrîşên xwe yên bejahiyê berfirehtir kirine û êrîşî hemî deverên Xezzeyê dikin.

Ji aliyekî din ve Israîl daxwazê ji xelkê Xan Yûnisê dike ku bikom ber bi deriyê Refehê an devera kinarê deryayê ve bar bikin.

Doh roja Duşemê, 4ê Berçileya 2023ê, Israîlê êrîş kir ser deriyê nexweşxaneya Kemal Edwanê û bi dehan kuştî û birîndar hebûn.

Herwesa Wezareta Tendirustiyê li Kertê Xezzeyê ragehand, ji destpêka şerî heta niha 15 hezar û 899 kes hatine kuştin û 42 hezar kes jî birîndar bûne.