Kesatiyê neteweperwer ê Efrînê Zekeriya Mistefa koça dawiyê kir

Zekeriya Mistefa
Zekeriya Mistefa

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesatiyê neteweperwer û endamê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyeyê ê ji herêma Efrînê Zekeriya Mistefa koça dawiyê kir.

Kesatiyê neteweperwer û endamê Civata Herêmê ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyeyê Zekeriya Mistefa doh roja Duşemê, 4ê Berçileya 2023ê, di 83 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Zekeriya Mistefa li sala 1940ê hatibû ser dinyayê. Li sala 1958ê yanî salekê piştî damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyeyê, Zekeriya di 17 saliya xwe de tevlî wê partiyê bûbû û yek ji endamên çalak bû.

Wî zêdetirî 60 salan di nav tevgera azadîxwaz a Kurdî de xizmeta gel û doza Kurdî dikir.

Zekeriya li sala 1972ê ji bo cara yekê bû endamê Komîteya Navendî ya PDKyê li Sûriyeyê.

Ji ber kar û xebata xwe, Zekeriya rastî gelek astengiyan ji aliyê rijêma Sûriyeyê ve hatibû û dezgehên ewlehiyê yên rijêmê hertim li dû wî bûn.

Nîvroya îro roja Sêşemê, 5ê Berçileya 2023ê, bi amadebûna hejmareke mezin ji siyasetvan û rewşenbîr û kesatiyên Efrînê, termê Zekeriya Mistefa dê li goristana gundê Maratê bê veşartin.

Serok Barzaî û Zekeriya Maratê
Serok Barzaî û Zekeriya Maratê