Ji ber bombebarana Tirkiyeyê welatiyek li Bamernê şehîd bû

Dîmenekî piştî bombebarankirinê
Dîmenekî piştî bombebarankirinê

Navenda Nûçeyan (K24) – Balafirên şerî yên Tirkiyeyê cihekî nêzî navenda Nahyeya Bamernê bombebaran kir, welatiyek şehîd kir û sê welatiyên din jî birîndar kirin.

Peyamnêrê K24ê ragehand, “Sibeha îro roja Sêşemê, 5ê Berçileya 2023ê, balafirên şerî yên Tirkiyeyê cihekî nêzî navenda Nahyeya Bamernê bombebaran kir, welatiyek şehîd kir û sê welatiyên din jî birîndar kirin”. Amaje da wê yekê jî ku, “Ew birîndar ji bo nexweşxaneya hawarhatinê ya Dihokê hatine veguhastin”.

Ew bombebaran nêzî seet 7:00 ê sibeha îro hatiye kirin û ev cara yekê ye ew cih tê bombebarankirin.

Metîn Sedîq yek ji birîndarên îro ye, mamê wî Bazîd Cemîl ji K24ê re ragehand, “Saxlemiya Metînî baş e lê me ew nedîtiye ji ber ku rêyê nadin me ku em biçin jor”.

Nahyeya Bamernê girêdayî qezaya Amêdiyê û parêzgeha Dihokê ye. Ew cihê ku hatiye bombebarankirin, wekî ku mamê Metînî behs kir, “Tenê 200 metran ji navenda nahyeyê Bamernê dûr e. Par jî nêzî vî cihî hat bombebarankirin lê par çi kesek şehîd nebû. Vê carê me şehîdek û sê birîndar hene”.

Bazîd Cemîl herwesa amaje da, “Metîn û çend hevalekên wî her roj bi belênderekî re li wî cihê hatiye bombebarankirin karê çandinê dikin”. Herwesa got, “Ew bombebarankirin bi behaneya hebûna çekdarên PKKyê li wî cihî hatiye kirin, em daxwazê ji hemî aliyan dikin ku arêşeya navbera Tirkiye û PKKyê çare bikin, ji bo ku çi kesên din nebin qurbaniyên hevrikiyên wan.