Tikriye karwanekî serbazî dişîne Girê Spî

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyeyê karwanekî serbazî dişîne Girê Spî û bingeheke serbazî ya nû çê dike.

Medyayên navxweyî yên Sûriyeyê parve kiriye, şeva borî, 4ê Berçileya 2023ê, artêşa Tirkiyeyê karwanekî serbazî ku ji 35 amûr û keresteyên serbazî û zirîpoş û tankan pêk hatiye şand Girê Spî li bakurê Reqeyê.

Herwesa amaje daye ku, ew karwan li xala serbazî ya Tirkiyeyê li gundê Xabûra li başûrê rojhilatê Girê Spî hatiye binecihkirin.

Pêştir jî Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan parve kiribû ku, Tirkiyeyê dest bi çêkirina bingeheke serbazî ya nû li bakurê Reqeyê kiriye, lewma berdewam karwanên nû yên serbazî û amûrên cuda cuda ji bo wê deverê tên şandin.

Girê Spî girêdayî parêzgeha Reqeyê ya Sûriyeyê ye ku dikeve ser sinorê Tirkiyeyê. Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, bajar li destpêkê li sala 2012ê keft bin destê artêşa Sûriyeyê ya Azad, paşî li sala 2014ê ji aliyê hêzên DAIŞê ve hat dagirkirin û paşî li 16ê Hezîrana 2016ê jî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ve hat azadkirin. Li 13ê Cotmeha 2019ê, Girê Spî ji aliyê Tikriyeyê û hêzên çekdar ên nêzî Tirkiyeyê ve hat dagirkirin.