Birêveberiya Îqameyan a Hewlêrê haydariyê dide Kurdên Rojavayê Kurdistanê

Eqîd Şêx Kamil Berzincî
Eqîd Şêx Kamil Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) - Îqameya Hewlêrê haydariyê dide Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku bi çi rengan neçin bajarên din ên Îraqê ji ber ku Îraq itîrafê bi îqame û vîzeyên Herêma Kurdistanê nake û dê wan deport bike welatê wan.

Doh roja Duşemê, 4ê Berçileya 2023ê, Birêveberê Îqameyan ê parêzgeha Hewlêrê Eqîd Şêx Kamil Berzincî bû mêvanê stûdyoya Kurdistan24ê li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re ragehand, “Sîstema vîzeyan a Herêma Kurdistanê li ser sê bingehan hatiye danan; vîzeya karkirinê, vîzeya serdanan û vîzeya geştyariyê. Ev rengê vîzeyan girêdayî Herêma Kurdistanê ne”.

Berzincî got, “Me li Wezareta Navxwe rênimayiyeke taybet ji bo vîza û îqameyan heye ku bi rengekî dîjîtalî ye. Niha sîstema îqame û vîzeya eliktironî ya Herêma Kurdistanê bi rengekî eliktironî ye lê heta niha sîstema vîze û îqameya Îraqê bi rengekî kaxezî ye ku awayekî kevn e. Heta niha wan nekariye sîstema xwe nû bikin”.

Herwesa got, “Heta niha çend kesek ku xelkê Sûriyeyê ne çûne bajarên din ên Îraqê û hatine girtin û ji bo Sûriyeyê hatine vegerandin. Xwe rêkxistina UNHCR jî li ser vê mijarê axift û rengvedaneke nerênî hebû”.

Ji aliyekî din ve Birêveberê Îqameya Parêzgeha Hewlêrê eşkere kir, “98% ji penaberên li tevaya Îraqê li bajarên Herêma Kurdistanê ne. Em itîrafê bi vîze û îqameyên Îraqî dikin, lê di çarçoveya rênimayên xwe de wekî Wezareta Navxwe”.

Herwesa ragehand jî ku, “Sîstema vîze û îqameyan a Herêma Kurdistanê li tevaya cîhanê qebûlkirî ye, tenê li Bexdayê û bajarên jêriya Îraqê nebe”.

Berzincî li dawiyê jî tekez kir, “Bizavên me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe bi hevkarên me li Wezareta Navxwe ya Federalî re berdewam in û em gehiştine hejmareke encamên baş ku ew jî vê sîstema vîzeyan qebûl bikin”.

Birêveberê Îqameya Parêzgeha Hewlêrê herwesa ron kir, “Tenê di amara îsal de, zêdetirî 150 hezar kesên biyanî ji 70 welatan îqame li Herêma Kurdistanê heye lê ew hemî karker nînin, gelek ji wan bi rengekî giştî malbatên çar kesanî ne”.