Festîvala Berhemên Xwemalî li Silêmaniyê tê kirin

Silêmanî (K24) – Îro roja Sêşemê, 5ê Berçileyan 2023ê, Festîvala Berhemên Xwemalî û Navxweyî li Silêmaniyê dest pê kir û dê ji bo dema heft rojan berdewam be.

Serperişta Festîvalê Çira Tahir ji K24ê re ragehand, “Nêzî 40 jinan tevlî vê festîvalê bûne û kelûpelên wan li bin 158 kepiran hatine danan”.

Herwesa ragehand, “Ev festîval dê ji bo dema heft rojan berdewam be, ji seet 10 ê sibehê heta 10 şevê”

Çira Tahir got, “Armanca me ji vê festîvalê ew e ku firoşindeyên me mifayî bibînin û bikirên me jî mifayî ji berhemên wan werbigirin ku me daşkandin jî danaye ser hemî berheman. Ji ber ku ev berhem kêmtir li bazarî tên firotin, me wesa kiriye ku herdu alî mifayî ji vê festîvalê bibînin”.

Serperiştê vê festîvalê behsa wê yekê jî kir ku, “Biryar jî hatiye dan ku di vê festîvalê de bi çi awayan nabe xwarin bi giranî bên firotin, ji bo ku ew kesên tên vê derê bikarin berhemekî bi xwe re bibin”.

Her di derheqa vê festîvalê de, Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir ji K24ê re got, “Ev festîval giring in ji ber ku dibin sedema wê yekê ku mirovî bawerî bi xwe hebe, berhemên xwemalî û karê destên van welatiyan ji kujîk û qulaçkên malê tînin derve, behre û berhemên wan nîşanî xelkî didin û ji bo wan dibe çavkaniyeke dahatê û pêdivîtiyên xelkî jî dabîn dikin”.

Herwesa got, “Dîtin û nerînên xelkî dizanin û pêşbirkê di navbera wan de çê dibin û ezmûnekê werdigirin, fêrî awayê serederîkirina bi bikiran re dibin, berhemên xwemalî nîşanî geştiyar û mêvan û bikiran didin, ji bo me gelek giring e”.