Jinên mexdûr li Diyarbekirê hewla debarê didin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî hewla kudetaya leşkerî ya ku di 15ê Tîrmeha 2016an de li Tirkiyeyê hatibû kirin, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi deh hezaran kes bi hinceta endamtiya rêxistinên terorî ji kar hatibûn havêtin. Li Diyarbekirê jî jinên ku ji wê salê ve hewla debara xwe didin, li xwaringeha xwe ji bo gelek jinan dibin mînak.

Di çarçoveya Biryarnameyên Bi Hikumê Zagonî ku piştî hewila kudetaya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an dest pê kiribû de bi deh hezaran kes ji karên xwe hatibûn havêtin. Li Diyarbekirê jî 22 jinên ku ji kar hatibûn havêtin, xwaringehek vekiribû û 7 sal in ku ev xwaringeh vekirî ye. Lê ji ber ku hin ji wan jinan vegeriyan karên xwe, hinek jî veqetiyan; niha 5 jin vî karî berdewam dikin.

Rêvebera Xwaringehê Dîlan Yakût ji K24ê re armanca berdewamiya vî karî wiha şîrove kir : “Ez Seroka Sendîkaya Kedkarên Buroyan a Şaxa Diyarbekirê bûm. Ji ber serokatiya min a şaxê û ji ber ku em li hember pergalê radiwestiyan, ji me re gotin ‘hûn piştgiriya terorê dikin’ û em bereder kirin. Piştî ku em ji kar hatin derxistin, pirsgirêkên me yên aboriyê gelek zêde bûn. Ev der, bi 22 jinên mexdûr re hatibû vekirin. Her çiqas hejmara me niha kêm bûbe jî em ji ber armanca parastina kedê naxwazin xwaringeha xwe bigirin.”

Ev xwaringeha ku ji ber mexdûriya bêkarmayînê hatibû vekirin, niha ji bo jinên ku bûbûn mexdûrên erdhejê jî bûye hêviyeke mezin û bûye deriyê debarê. Xebatkarên xwaringehê jî ji kargehên jinan razî ne û hêvî dikin ku deriyên ji bo jinan hîn zêdetir werin vekirin.

Welatî Caziye Dogru dibêje: “Ez mexdûrê erdhejê me. 6 zarokên min hene. Ez sibehan saet di 7an de têm vê dere. Ez li vê derê firaqan dişom. Karê min saet di 5-6an de diqede û ez derdikevim. Ez dixwazim jin bixebitin. Her derî ji wan re vekirî ye. Bila bixebitin lewra ew jî piştgiriyê didin malbatên xwe.”

Ji bo van jinên ku dest dane hev û din û 7 sal in hewl didin vê xwaringehê vekirî bihêlin, piştgiriya xelkê Diyarbekirê jî zêde ye. Welatiyên ku di nav rojê de van xwarinên malê dixwin, piştgiriya xwe wiha radigihînin:

Welatî Ozgur Yasîn dibêje: “Ez her dem têm vê derê û xwarinê dixwim. Jixwe xwarin rojane tên çêkirin. Ez pêşniyaz dikim ku her kes were vê derê û ji van xwarinan bixwe. Lewra xwarinên wan, xwarinên dayîkan in û wê germahiyê didin mirovan.”

Li gorî amarên fermî, li bakur û Tirkiyeyê, bi giştî 107 hezar û 174 kes bi Biryarnameya Bi Hikumê Zagonî ji kar hatibûn derxistin. Hejmara kesên ku serlêdana vegera kar jî kirine, ji 100 hezarî zêdetir e.