Serokê PDK-T’ê: Em ê bi HEDEP’ê re li ser mijara tifaqê bicivin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ber bi hilbijartinên şaredariyan ve, li Bakurê Kurdistanê lêgerîna tifaqan û xebatên destnîşankirina namzetan jî berdewam in. CHP dide zanîn ku ewê li Diyarbekirê namzetekî xurt nîşan bidin û partiyên berê ligel HDPê tifaq kiribûn jî, li bendê ne tifaqa xwe nû bikin, lê daxwaza şaredariyan jî ji HDP dikin.

Pêvajoya hilbijartinên herêmî li Tirkiyeyê 1ê rêbendanê dest pê dike û di 2yê rêbendanê de jî dê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind lîsteya partiyên siyasî yên bikaribin beşdarî hilbijartinan bibin ragihîne û partiyên siyasî jî divê heta 20ê sibatê lîsteyên namzetên xwe radest bikin. Li Bakurê Kurdistanê jî xebatên aşkerekirina namzetan dest pê kirine û mijarek tê mereqkirin jî ew e ku gelo CHP li Bakurê Kurdistanê dê li gorî helwesta HEDEPê ya Stenbolê namzetên xwe diyar bike an ne.

Serokê Rêxistina CHP ya Diyarbekirê Abdullah Atîk ji K24ê re got: “Em li gel HEDEP an jî Îyî Partiyê tifaqekê bikin jî û tifaq ava nebe jî, me biryara xwe daye ku li Diyarbekirê namzetekî xurt nîşan bidin. Emê di pêvajoya bangeşiyê de jî bi xebateke ciddî û xurt karê xwe bimeşînin.”

Partiyên ku di hilbijartinên herêmî yên berê de li gel HDPê tifaq kiribûn jî li bende ne ku li gel HEDEP jî tifaqê pêk bînin. Partiyên ku dixwazin li gel HEDEP tifaqê bikin jî dibêjin ew amadekariyan dikin ku hefteya bê bi HEDEP re li ser mijara tifaqê civînekê li dar bixin û di wê civînê de jî dê daxwaz û şertên xwe parve bikin.

Serokê PDK-T’ê Mehmet Emîn Kardaş ji K24ê re got: “Me heta niha li gel HEDEPê ti hevdîtinek pêk neaniye ku hefteya pêşiya me de biryar e ku civînek pêk were. Tifaqên hilbijartinên herêmî bo endamtiya meclîsan û şaredariyan tên kirin ku em jî daxwaza şaredariyan û endamtiyên meclîsan dikin.”

Partiyên siyasî dizanin hilbijartinên parlementoyê de partî û îdeolojî girîng bûn, lê li gel van hêmanan di hibijartinên herêmî de nasnameya takekesî ya namzetan jî girîng e ku dê li Bakurê Kurdistanê kesayetên wek remz werin nîşandan.