Pêşangeheke şêwekarî ji bo hunermend Namiq Elî Qadir hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Doh roja Sêşemê, 5ê Berçileya 2023ê, bi amadebûna Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, pêşangeheke şêwekarî ji bo hunermendê şêwekar Namiq Elî Qadir hat vekirin.

Ev pêşangeha hunermend Namiq girêdayî kel û minareyên Hewlêrê ye ku li geleriya Mîdyayê hatiye vekirin û 13 tabloyên tê de hatine berçavkirin.

Hunermend Namiq bizav kiriye ku di vê pêşangehê de dîroka destpêka çêbûna kelê û minareyê di qonaxên cuda cuda yên jiyanê de li Hewlêrê heta dîroka hevçerx bi rengan binexşîne û di 13 tabloyan de bi sûk û qeyseriyan re nîşanî mêvanên pêşangeha xwe bide.

Namiq Elî yê şêwekar di derheqa pêşangeha xwe de ji K24ê re got, “Xweşiktiya zêde ya kela serbilind a Hewlêrê ez rakêşam ku dîroka wê di reng û tabloyan de kom bikim, herwesa dîroka kelê bi xêzikan nîşanî mêvanên pêşangeha xwe bidim. Ji bilî wan jî, werzên salê û xwezaya xweşik a deşta Hewlêrê bikim keresteyek ji bo karên xwe yên hunerî”.

Ev pşangeh bi arîkariya Birêveberiya Hunerê Şêwekarî ya Hewlêrê hatiye vekirin û dê ji bo dema heftiyekê berdewam be.