Ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê pêdaçûn di peymanên kompaniyan de tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Samanên Xweyazî ya Herêma Kurdistanê bizavê dikin ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li ser rêkxistina peymanên hevpar bi kompaniyên berhemanînê re li hev bikin.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Asim Cîhad eşkere kir, “Hikûmeta Îraqê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rijd e, lê divê hindek arêşeyên darayî û qanûnî û hunerî bên çarekirin ku girêdayî wan peymanan in ên ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê de hatine îmzakirin”.

Tekez kir, “Wezareta Petrolê ya Îraqê mijûlî guhertina awayê qanûnî yê wan peymanan e yên ku ji aliyê qanûnî û hunerî û darayî ve bi qanûnên Îraqê re guncayî be”.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê herwesa got, “Em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di danûstandinan de ne ji bo ku piroseya hinardekirina petrolê bi rêya benderê Ceyhanê bi lez bê destpêkirin”.

Amaje da wê yekê jî, hikûmeta Îraqê dixwaze pabendî erkê tevaya aliyan be, ji bo ku arêşeyên darayî çare bike û awayê wê yê qanûnî durist be.

Ji aliyekî din ve Apikur ku ji hejmareke kompaniyên petrolê pêk hatiye ragehandiek parve kiriye ku tê de hatiye, “Apikur haydarî raportên girêdayî civînên vê dawiyê yên berpirsên Hikûmeta Îraqê û kompaniyên petrolê ye, tevî ku kompaniyên endamên Apikurê ku piraniya petrola Herêma Kurdistanê berhem tînin nehatibûn gazîkirin”.

Herwesa ragehandiye, “Kompaniyên endamên Apikurê piştrast in ku peymanên wan ên niha pabendiya qanûnî ye û şiyana bicihanîna wê heye, lewma mimkin e di berjewenda tevaya aliyan de bê çarekirin û mafê peymanên kompaniyan jî parastî be”.

Herwesa got, “Endamên Apikurê amade ne bi berpirsên Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicivin ji ber ku dirêjbûna dema rawestandina hinardekirinê zirarên mezin digehîne jîn û jiyar û aborê tevaya Îraqiyan”.

Ev di demekê de ye ku ji 25ê Adara îsal were hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rawestiyaye, û berpirsên Tirkiyeyê çend caran ragehandiye ku boriya hinardekirina petrolê amade ye û tevaya aliyan amadehiya xwe ji bo hinardekirinê ragehandiye, lê heta niha ew pirose nehatiye destpêkirin.