Çêkirina rêya kargeha rîsaykilînê tê destpêkirin

Qezaya Soranê / Wêne: Erşîf
Qezaya Soranê / Wêne: Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberê Giştî yê Şaredariya Îdareya Soranê ragehand, Wezareta Şaredarî û Geştyariyê li ser çêkirina kargeha rîsaykilînê razî bûye û niha dest bi çêkirina rêya wê kargehê hatiye kirin.

Birêveberê Giştî yê Şaredariya Îdareya Serbixwe ya Soranê Xesrew Ismaîl ji K24ê re ragehand, “Me ji bo pirojeya çêkirina kargeha rîsaykilînê cihek diyar kiriye ku rûberê wê nêzî 100 doneman e. Wezareta Şaredarî û Geştyariyê li ser wê pirojeyê razî bûye û niha pirojeya rêya wê hatiye destpêkirin, ku dê di dema 200 rojan de bê bicihanîn”.

Herwesa got, “Gojimê pirojeya wê rêyê jî 530 milyon dînar in, ku dê ji aliyê kompaniya Qelenderê ve li ser budceya Wezareta Şaredarî û Geştyariyê bê bicihanîn”.

Birêveberê Giştî yê Şaredariya Îdareya Soranê Xesrew Ismaîl amaje da, “Bi çêkirina kargeha rîsaykilînê ku pirojeyekî sitratejî ye, hejmareke zêde ya derfetên karî ji bo ciwanên îdareya Soranê peyda dibe”.