Mesrûr Barzanî hikûmet raspard kampanyayeke berfireh a hişyarkirinê ji bo nehîştina tundiya li ser jinan bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Hikûmet Herêmê raspard ji bo pêkanîna kompanyayeke berfireh ji bo nehîştina tundiya li hember jinan û daxwaz kir jî, çavpoşî li wan tawanbarên ku tundûtûjiyê li hember jinan dikin, neyê kirin.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 6ê Berçile bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di xala duyemîn a civînê de, Cîgirê Serokwezîr derbarê zêdebûna bûyerên tundiya li ser jinan raportek pêşkêş kir. Her wiha amaje bi sedemên tundûtûjiyê û çawaniya çareserkirina wan kir û daxwaz ji wezaret û aliyên peywendîdar kir ku ji bo cîbicîkirina stratejiya rûbirûbûna tundiya li hember jin û malbatan, hevkariyê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser giringiya parastina mafên jinên Kurdistanê û girtina tedbîrên tund û sizakirina hemû kesên tundûtûjiyê li dijî jinan dikin kir, ku nabe bi ti awayî xemsarî di vê derbarê de bê kirin. Serokwezîr saziyên hikûmetê raspardin ku ji bo nehîştina tundiya li ser jinan, kampanyayeke mezin a hişmendiyê bikin.

Piştre Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed raporek pêşkêş kir û got ku li ser rasperdeya Serokwezîr, ew ligel Encûmena Bilind a Jin û Geşepêdanê û hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl re civiyaye ji bo çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya cîbicîkirina yasa û rênimayên girêdayî rûbirûbûna tundiya li ser jinan.

Encûmena Wezîran piştgirî da pêşniyarên ku di rapor û civînê de hatine kirin û piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Tundiya li Ser Jin û Malbatan û hemû rêxistinên ku di vî warî de dixebitin tekez kir, ji bo sînorekê ji tundiyan re bê danîn.