Di warê dahata serê her kesekî de Wanê di rêza dawî de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Di warê dahata li gor Berhema Navxwe ya Giştî ya serê her kesekî de, Wan bûye hejartirîn bajarê Tirkiyeyê.

Saziya Amarên Tirkiyeyê (TÛÎK), amarên Dahata Navxwe ya Giştî ya serê her bajarekî Tirkiyeyê li gorî nişticihên wê eşkere kirin. Li gor wan amaran jî, Wan di rêza herî dawî ya lîstê de de cih digire.

Li gor amaran, Dahata Berhema Navxwe ya Giştî (GDP) ya serê her kesekî di sala 2022an de li Wanê, 54 hezar û 272 lîre, ango 1866 dolar e.

Di rêza yekemîn de jî, bajarê Kocaelî cih girt û li wî bajarî jî dahata serê her kesekî 302 hezar lîre, ango 10436 dolar ye.

Li gorî daneyên GDP, di sala 2022'an de rêjeya herî mezin ya aboriyê li gorî her kesekî li Antalyayê, rêjeya herî kêm jî li Karabûkê bû.

Li gorî hesabên GDP, bi bihayên heyî yên li ser asta parêzgehan, di sala 2022an de Stenbol bi 4 trîlyon û 564 milyar û 280 milyon TL, parêzgeha herî zêde ya hilberîna navxweyî ye.