Baxçeyeke Diyarbekirê ji 20 jinan re bûye deriyê debarê

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê, 2 sal in ku 20 jin û dayîk, li ser zeviyeke 98 donimî venêrîna bi sedan cure dar, kulîlk û nebatên pizîşkî dikin. Ev qada mezin a ku ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê ve hatiye çêkirin, ji bilî ku bûye deriyê debarê; ji aliyê xelkê bajêr ve jî rastî eleqeyeke baş tê.

Li vê qada dar û kulîlkan ku bi mezinahiya xwe li seranserê Bakurê Kurdistanê tekane ye, bi hilberîna şitilên bi sedan cure dar, kulîlkên demsalî cureyên daran û hilberîna devî û nebatên pizîşkî; bi destên jin û dayîkan şîn dibin. Qada ku ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê ve hatiye çêkirin, ji bo jin û dayîkan hem bûye deriyê debarê, hem jî xebitîna di vê qada rengîn de li ser derûniya wan bandorên erênî dike. Dayîkên xebatkar, hestên xebata li vê qadê wiha şîrove dikin:

Xebatkar Kiymet Korkar ji K24ê re got: “Ev bû 3 serdem ez li vê derê vê xebatê dikim. Di vê xebatê de em gelek dayîk û jin bi hev re ne. Em keçikên xwe pê li zanîngehan didin xwendin, em lawikên xwe pê dişînin leşkeriyê. Em pê debara mala xwe dikin.”

Rêveberiya şaredariyê xwestiye ku jin û dayîk vî karî bikin lewra diyar kirine ku encax xweza bi destên dayîkên dilşewat û bi hestên xwedîkirina zarokan bê parastin. Lê belê ji ber ku ev xebatkar bi rêbaza peymanê dixebitin, dema wan kêm maye ku ji kar bên derxistin. Jinên xebatkar, dixwazin ku li vê qadê mayînde bibin û niha jî piştî Hilbijartinên Herêmî jî li ser karê xwe bimînin.

Xebatkar Emîne Îpek dibêje: “Ma karê xwe memnun î. Ma razî yî. Ma karê xwe bi hezkirin kenî. Ma ji cihê xwe jî razî yî. Ma sibehan ameyîş. Ma kulîlk mawenî, gul mawenî. Îş ku fereh bî nefes varacê. Ma kareke din bêhinteng biyene.”

Di nav vê qadê de bi deh hezaran cureyên dar, devî, kulîlk û nebatên pizîşkî hene. Bi taybetî bêniha van nebatên pizîşkî, ji derdora qadê difûre û ev yek jî dibe sedem ku welatî xwe bi ber vê bêhinê ve bikişînin. Dar û kulîlkên li vê derê, ji aliyê kompaniyan ve bi tomarî tên kirîn. Li aliyê din, welatî jî dikarin dikarin hem li vê qadê bigerin, hem jî şitil û kulîlkên bi dilên xwe yek bi yek bikirin.

Welatî Miyaser Yildiz dibêje: “Dema em berê dihatin van deran, tiştekî xweş tunebû. Tiştekî ku me lê binihêrta û pê bêhina me derketa tunebû. Ez her dem têm û diçim, zarokên xwe tînim.”

Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê, bi vê xebatê armanc dike ku heta dawiya salê 500 hezar devî, 500 hezar kulîlk û 50 hezar daran hilberîne. Daxwaz jî ew e ku şînahiya bajêr, bi dar û berên vê qadê bê bidestxistin.