Li Helebce salane 250 ton zeyta zeytûnan tê berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Helebce salane 250 ton zeytûn tên berhemanîn. Li gorî daxuyaniya Wezareta Çandiniyê jî, li Herêma Kurdistanê salane 110 ton zeyta zeytûnan tê berhemanîn.

Her sal bi sedan ton zeytûn ji hemû bajarên Kurdistanê bo Helebceyê tên birin, ji bo derxistina zeytê. Rêvebirê Kargehê guvaştina zeytûnan  Payam Seywan jî dibêje, ji ber hebûna van cureyên kargehan, her sal zêdetir zeytûn tên çandin.

Herwiha got: “Piştî avakirina vê kargehê, hejmara darên zeytûnan li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê zêde bûye û berhemanîna zeytûnên cotkaran jî 400 ton zêde bûye.”

Çinîna zeytûnan di serê meha Mijdarê de dest pê dike. Li parêzgeha Helebce 383 donim bi zeytûnan hatine çandin. Li parêzgehê jî zêdetirî 50 hezar darên zeytûnan hene û salane 250 ton zeyt tên berhemanîn.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyê bi berhemanîna zeyta zeytûnan daye. Di heyama du salên borî de, bi saya hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî zeytê zeytûnên Kurdistanê bo Brîtanya û Almanyayê jî hat hinardekirin.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hîwa Elî roja 25ê Mijdara 2023an ji K24ê re ragihand, Berhema salane ya zeyta zeytûnan li Herêma Kurdistanê digihêje 110 tonan.