Guhdar Şêxo: Herêma Kurdistanê bûye mijara gengeşeyên konfiransên cîhanî

Guhdar Şêxo
Guhdar Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Konfiransa Civata Karî ya Brîtanyayî-Îraqî IBBC li Dubey hat destpêkirin û dê ji bo dema du rojan berdewam be.  Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevlî wê bûye.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo di çarçoveya Konfiransa Civata Karî ya Brîtanyayî- Îraqî IBBC de amaje da armanc û bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de.

Guhdar şêxo ragehand, “Ji bo me giring e ku em tevlî van konfiransan bibin, ji bo nasandina Herêma Kurdistanê û wan derfetên karî yên ku li Herêma Kurdistanê hene di warên cuda cuda de”.

Herwesa amaje da, “Em gelek caran tevlî vê Bernameyê bûne, ji bo hindê ku karwer û kompaniyên cîhanî û aliyên hikûmetê haydarî wan derfetan bikin ên ku li Herêma Kurdistanê hene”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tekez kir, “Em bizavê dikin ku nerîn û pêşkeftin û derfetên karî yên Herêma Kurdistanê nêşanî xelkî bidin”.

Di derheqa pêşkeftinên Zaxoyê de, Guhdar Şêxo got, “Niha kompaniyeke Îmaratî di warê çandinê de li Zaxoyê kar dike. Herwesa di warê geştyariyê de jî me hevdîtin bi hindek kompaniyên Îmaratê û yên welatên din re jî hebûne, ji bo ku bên û wan derfetên ku li Kurdistanê di warê weberhênanê de hene bibînin”.

Tekez jî kir, “Niha Herêma Kurdistanê derfeteke baş di wan waran de heye yên ku me amaje dayê”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bal kişand ser warê perwerdeyê jî û got, “Vê sibehê di warê perwerdeyê de jî gelek mijar hatin gengeşekirin û derfet heye ku warê perwerdeyê jî bigehit astekî baştir”.

Wî bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê û ragehand, “Em dikarin bibêjin ku Herêma Kurdistanê bûye mijara gengeşeyan li van konfiransan. Ne tenê li vê konfiransê, li hemî konfirasên ku girêdayî Îraqê ne, Herêma Kurdistanê taybetmendiya xwe heye”.

Ji aliyekî din ve wî bal kişand ser rewşa niha ya Zaxoyê û got, “Piroseya avedaniya Zaxoyê berdewam e, li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, û Zaxo di hemî kertan de pêş dikeve”.

Li dawiyê jî tekez kir, “Em kar dikin ku Zaxoyê li Herêma Kurdistanê û Îraqê bidin nasandin û diyar bikin ku îmkana pêşkeftinê di warên cuda cuda de li Zaxoyê heye”.