Azad Ekber Yarkerem: Kurdên Feylî li Bexdayê stemlêkirî ne û çi jê re nehatiye kirin

“600 heta 700 hezar Kurdên Feylî li Bexdayê hene”
Azad Ekber Yarkerem
Azad Ekber Yarkerem

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedekî Lîsta Birayetî ya Kurdên Feylî radigehîne, “Bi aneha Xudê em dê mafê Kurdên Feylî li Bexdayê webigirin”. Herwesa dibêje, “Kurdên Feylî li Bexdayê stemlêkirî ne û çi jê re nehatiye kirin”.

Namzedê Lîsta Birayetî ya Kurdên Feylî li Bexdayê Azad Ekber Yarkerem ji K24ê re ragehand, “Piştî 2003ê çend biryar û raspardeyên girêdayî Kurdên Feylî wekî xwe nehatine bicihanîn, wekî çarekirina pirsa bindestkirina mal û milkên Kurdên Feylî li Bexdayê, ji bilî qerebûkirina şehîdên Kurdên Feylî ku em dê li paşerojê bi cih bînin”.

Wî namzedê Kurdên Feylî got, “600 heta 700 hezar Kurdên Feylî li Bexdayê hene. Heker em bigehin Civata Parêzgeha Bexdayê, em dê xizmeta Kurdên Feylî bikin”.

Herwesa ragehand, “Kurdên Feylî li Bexdayê stemlêkirî ne û çi jê re nehatiye kirin. Heta niha 22 hezar şehîdên Kurd ên Feylî hene, çi kesek nizane gorên wan li kî derê ne û kesûkarên wan jî nehatine qerebûkirin”.

Jenosîda Kurdên Feylî li 4ê Nîsana 1980ê dest pê kir û heta 1990ê berdewam bû. Ji bo rewakirina hovîtiyên xwe, biryarên Civata Serkirdetiya Şoreşê derxistin û bi rêya çend ferman û nivîsaran tawan û binpêkirinên xwe bi cih anîn”.

Biryar e li roja 18ê vê mehê hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê (ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê) bên kirin ku zêdetirî 16 milyon kesan mafê dengdanê heye.