Hevserokê HEDEP'ê: Em ê di hilbijartinan de rê û rêbazên cuda bişopînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê HEDEPê rexne li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu digire û dibêje, ji bo çi ew dengê xwe bidin wê siyasetê ku nikare xwedî meleyekî Kurd jî derkeve.

Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan li bajarê Stenbolê di civînekê de axivî û diyar kir, ew ê di van hilbijartinan de rê û rêbazên cuda bişopînin, ku li her parêzgeh, navçe û bajarokekî îradeya Kurdan, kedkaran, gelên bindest û belengaz lê xuya bike.

Bakirhan bêyî ku navan aşkere bike, rexne li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û CHPê girt û got: “Ew dixwaza dengên HEDEPê dikin, lê naxwaze bi HEDEPê re wêneyekê jî bigirin.”

Li gor Hevserokê HEDEPê, Ekrem Îmamoglu nekariye xwedî meleyekî Kurd derketiba ku dema li Şaredariya Stenbolê dixebitî hatibû desteserkirin. Ew ê ji bo çi dengê xwe bidin wê siyasetê ku nikare xwedî meleyekî Kurd jî derkeve.

Herwiha Hevserokê HEDEPê pirsî: “Gelo ev siyaset bû sedem ku Kurd li Stenbolê azadtir, rehettir û dewlemendtir bijîn?”

Da zanîn jî: “Di hilbijartinên dawî yên Serokomariyê de me dengê xwe da partiya opozîsyonê ya sereke. Ew xeletiyek mezin dikin, wekî ku em ji dayikbûnê ve neçar in ku dengê xwe bidin wan. Me dengê xwe da wan, da ku AKP winda bike û demokrasî û kedkar bi ser bikevin.”

Amaje bi wê yekê kir jî, wan ji sala 2015an ve, bêyî ku opozîsyon kî ye û çi karê kiriye, piştgiriya wan kir, lê vê siyasetê çi anî serê Kurd û kedkaran, çi ji çareseriya demokratîk re kir? Bakirhan pirsî Jî: “Gelo ev siyaset bû sedem ku Kurd li Stenbolê azadtir, rehettir û dewlemendtir bijîn?”

Hevserokê HEDEPê tekez kir jî, “Polîtîkaya me ya li dijî AKP'ê ya ji sala 2015'an û vir ve wê bidome û ew ê bi hêztir dewam bike.”