Lloyd Austin: Mafê Amerîkayê heye bersiva komên çekdar bide

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê (Arşîv)
Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê (Arşîv)

Navenda Nûçeyan (K24) – Pentagonê ragihand, Wezîr Lloyd Austin bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û tekezî li ser pabendbûna hikûmeta Iraqê bi parastina karmendên dîplomatîk, şêwirmendên Hevpeymanan û dezgehên wan kir.

Berdevkê Pentagonê General Pat Ryder diyar kir, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa El-Sudanî re axivî û wan gotûbêj li ser pabendbûna hikûmeta Iraqê bi parastina karmendên dîplomatîk, şêwirmendên Hevpeymanan û navendên wê kirin.

Li gorî Ryder, Austin êrîşa ku şeva borî li ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê û herwiha rêze êrişên li ser hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyeyê di hefteyên borî de hatine kirin, şermezar kir.

Diyar kir jî, Austin pêşwazî li daxuyaniya Sûdanî ya duhî kir, ku tê de ew êriş şermezar kir û ew wek “kiryarên terorîstî” binav kir û got ew êrîş ewlekariya navxweyî ya Iraqê dixe metirsiyê.

Ryder diyar kir, “Grûpên çekdar ên Îran piştevaniya wan dike, yên wek Hizbullah û El-Nuceba, ku her du rêxistinên terorîst in, ji piraniya êrîşên li dijî karmendên hevpeymaniyê hatine kirin, berpirs in.”

Tekez kir jî, “Mafê Amerîka heye xwe ji wan êrîşan biparêze û bersiva wan girûpên ku êrîşî karmendên Amerîkî û hêzên Hevpeymanan dikin, bide.”

Austin got jî: “Êrîşên ku ji aliyê milîsên Îran piştevaniya wan dike ve têne kirin, serwerî û aramiya Iraqê têk dide, ewlehiya sivîlên Iraqî dixe metirsiyê û kampanya têkbirina DAIŞê asteng dike.

Ev daxuyaniya Ryder piştî wê tê, Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ragihandibû, duhî danê sibê demjimêr 04:15ê, bi du mûşekan êrişî balyozxaneya Amerîkayê hatibû kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî piştî wê êrîşê ferman da hemû berpirsên ewlehiyê û aliyên pêwendîdar ku berpirsên êrîşa mûşekî bibînin û radestî dadgehê bikin.