Serokê Giştî yê PWKê sersaxiyê li malbata qurbaniyên şewata Soranê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk sersaxî li malbatên bûyera şewata avahiya li Soranê dike û xwe bi hevxemê wan dizane.

Peyama Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk:

Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên şewata li Soran rûdaye dixwazin.

Li gorî agahdarîyên heyî, şeva înîyê, 08.12.2023yê, avahîya ku xwendekar û mamosteyên zankoya Soran ya li taxa Cindiyanî ya Soran a Hewlêrê şewitîye û têde 14 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

Bi vê karesata dilêş em gelekî xemgînin.

Ruhê wan şad, cîhê wan biheşt be.

Ez sersaxî, sebir û metabetê ji malbatên qurbanîyan re dixwazim, xem û êşa wana parve dikim û ji bo birîndaran şifayê xêrê dixwazim.

Bila serê gelê Kurdistanê sax be.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)