Li Tirkiyeyê bihaya goştê sor ji sedî 85 giran bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor amarên Konseya Goştê Sor a Niştimanî di 10 mehên îsal de, nirxê goştê sor ji sedî 85 giran bûye.

Di meha Çileya 2023an de, nirxê goştê Karkas 126 lîre bû, lê niha nirxê wê gihiştiye 235 lîre. Ji sedî 60ê goştê Karkas, goştê bêhestî berhem tê û nirxê goştê bêhestî jî bûye 392 lîre.

Hikûmeta Trkiyeyê ji bo astengkirina giranbûna nirxê goştî, dest bi hawirdekirina çêl û gayan kiribû û di 10 mehên îsal de, bi bihaya 859 milyon dolar û çêl û ga hawirde kiribû.