HUDAPAR: Em amade ne bi tena serê xwe bikevin hilbijartinan

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyan re, berdewamiya tifaqên berê jî tên nîqaşkirin. Yek mijarên tê mereqkirin ew e ku gelo dê Tifaqa di navbera Ak Partî û HUDAPARê de, dê bidome an ne. HUDAPAR li bendê ye ku li gel Ak Partiyê ser vê mijarê hevdîtinekê bike, Ak Partî jî li benda rapirsiyan û biryara navendê ye.

Di hilbijartinên gulanê yên parlemento û serokomariyê de Ak Partiyê û Partiya Doza Azad (HUDAPAR) tifaq kirin û di encamê de HUDAPARê 3 parlementerî bi dest xist. Gelo ev tifaq dê bo hilbijartinên herêmî jî bidome an ne hîn nediyar e, lê HUDAPAR dide zanîn ku wan dest bi xebatên hilbijartinên herêmî kirine û serîlêdanên bo serokatiyên şaredariyan jî li nava HUDAPARê dest pê kirine ku di 20ê berfanbarê de kongreya bajêr a Diyarbekir a HUDAPARê de dibe ku serokê giştî yê HUDAPARê li ser hilbijartinê peyamên girîng bide.

Serokê Rêxistina HUDAPARê ya Diyarbekirê Vedat Turgut ji K24ê re got: “Heta niha di navbera me û Ak Partiyê de hevdîtinek çênebûye. Dibe ku rojên pêş de hevdîtin çêbin, lê niha em wisa xwe amade dikin ku wekî em tena serê xwe bikevin hilbijartinan. Têrêkirina me heye ku 81 bajaran jî em tena serê xwe bikevin hilbijartinan.”

Ak Partî jî xebatên hilbijartinên herêmî  didomîne û rêveberên Ak Partiyê yên ku dixwazin bibin namzet jî dibêjin tifaqa li gel HUDAPARê hatibû kirin girîng bû û encamek baş jî bi xwe re anî û her dû alî jî dikarin hilbijartinên şaredariyan de sudê ji hev wergirin.

Bernamzetê Ak Partî yê Navçeya Sûrê Eyuphan Kaya dibêje: “Ez dibêjim %99 dê Ak Partî û HUDAPARê di hilbijartinên herêmî de tifaqê bikin. HUDAPARê û Ak Partî dikarin sudê ji hev werbigrin. Di nav Ak Partiyê de jî pêvajoya serîlêdanê berdewam e ez jî yek ji wan kesan im ku bo Sûrê min serî lê daye.”

Niha tenê şaredariyeke HUDAPAR heye ku ew jî ya bajarokê Eynkafê ya girêdayî Êlihê ye. HUDAPAR li bendê ye ku tifaqa li gel Ak Partiyê bidomîne û hejmara şaredariyên deste xwe de zêde bike.