Tirkiye û Urdin hevxemiya xwe bo şewata li Soranê nîşan didin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezaretên derve yên Tirkiye û Urdinê bi du peyamên cuda, sersaxî li malbatên qurbaniyên şewata avahiya li Soranê kirin û hevxemiya xwe nîşan dan. 

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniyek li hejmara xwe ya tora civakî “X” weşand, tê de ragihand, ew bi xemeke mezin agahdar bûne ku li Îdareya Serbixwe ya Soranê agir bi avahiyekê ketiye û di encamê de 14 welatiyan canê xwe jidest dane û hejmareke kes birîndar bûne.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê got: “Em ji bo kesên di şewatê de canê xwe jidest dane rehmetê, ji xizmên wan û gelê Iraqê re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Urdinê îro Şemiyê li hejmara xwe ya platforma “X” belav kir û tê de ragihand: “Wezareta Derve û Karûbarên Koçberan sersaxî û hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên şewata avahiya li Soranê, ji hikûmet û gelê Iraqê reragihand ku di encamê de hejmareke qurbanî û birîndar hene.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em hevxemiya Şahînşahiyê bi Komara Iraqê re tekez dikin, sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û başbûna zû ji birîndaran re dixwazin.”

Duhî êvarê 8ê Berçileya 2023an agir bi avahiyeke li bajarê Soranê ket û tê de 14 xwendekar, mamosta û welatiyên din canê xwe jidest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.