PDK: Bêyî me Parêzgarê Neynewayê nayê danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî liqê 23 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mexmûrê dibêje, “Ne merc e em parêzgarê Neynewayê deynin, lê bêyî me parêzgar nayê dayîn.”

Berpirsê Beşê Hilbijartinê yê liqê 23 yê PDKê li Mexmûrê Yehya Ebdulkerîm ji K24ê re ragihand; “Em bi aramî û gav bi gav bangeşeya hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Neynewayê dikin.”

Ebdulkerîm got: “Li Mexmûrê du neteweyên sereke bi hev re dijîn: Kurd û Ereb. Ereb xwe weke gelê Kurdistanê dizanin, ji ber ku Mexmûr di sala 1966an de bi ser parêzgeha Neynewayê ve ket.”

Got jî: “Di sala 2021ê de, du namzedên me yên Ereb bûn, Kurd û Ereban dengên xwe dabûn wan. Ji bo parlamentoya Iraqê jî namzedên me yên Kurd hebûn, Ereban jî deng dabûn wan.”

Ebdulkerîm amaje bi wê kir: “Em hêvîdar in ku her du netewe jî dengê xwe bidin namzetên me. Namzetên me Kurd û Ereb jî hene û di nav wan jin jî hene.”

Tekez kir jî: “Pêgeha me li Neyewayê heye û hejmara kursiyên me jî baş e. Di sala 2021ê de 9 kursiyên me hebûn. Niha em bawer dikin ku em ê dengên baş û kursiyên baş bi dest bixin.”

Got jî: “Ne merc e em parêzgarê Neynewayê deynin, lê bêyî me parêzgar nayê destnîşankirin, anku PDKê dê bihêz di hikûmeta xwecihî ya Neynewayê de hebe.”

Ebdulkerîm destnîşan kir: “PDKê di şerê li dijî DAIŞê de, parastina van deveran kir, rûmeta PDKê li van deveran parastiye. PDK xizmetên baş pêşkêşî welatiyên van deveran kiriye.”