Jivanê hilbijartina serokekê nû ji bo Perlemana Îraqê hat ragehandin

Perlemana Îraqê
Perlemana Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Perlemana Îraqê Çarşema bê civîneka neasayî ji bo hilbijartina serokekê nû dike.

Li gor bernameya karê rûniştina Çarşema bê, 13ê Berçileya 2023ê, Perlemana Îraqê civîneke neasayî ji bo hilbijartina serokekê nû dike.

Li roja 14ê Mijdara 2023ê, Dadgeha Federalî biryara bidawîanîna endametiya Mihemed Helbûsî û Leys Dilêmî li Perlemana Îraqê da û Helbûsî yekser ji postê Serokatiya Perlemana Îraqê hat dûrxistin. Ew jî ji ber wan arêşeyan bû yên ku bertir di navbera wan de qewimîbûn.

Piştî biryara Dadgeha Federalî ji bo dûrxistina Helbûsî ji postê wî, aliyên Sune yên Îraqê ji bo diyarkirina cîgirekî ji bo Mihemed Helbûsî ji bo postê Serokatiya Perlemana Îraqê di danûstandinan de ne.

Roja 21ê Mijdara 2023ê, Berdevka Baregeha Barzanî Xalîda Xelîl di daxuyaniyekê de ragehand, “Di derheqa diyarkirina serokê nû yê Perlemana Îraqê de, Serok Barzanî bi wê yekê re ye ku ew post ji istîhqaqên pêkhata Suneyan e û her kandîdekê ji bo Serokatiya Perlemana Îraqê bê hilbijartin, divê tevdengî an razîbûna piraniya aliyên Sune yên nav Perlemana Îraqê li ser hebe”.