Şanda Danûstandinan a Herêma Kurdistanê bi kompaniyên petrol û gazê re civiya

Civîna Şanda Danûstandinan a Herêma Kurdistanê bi kompaniyên petrol û gazê re
Civîna Şanda Danûstandinan a Herêma Kurdistanê bi kompaniyên petrol û gazê re

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kompaniyên veguhastin û berhemanîna petrol û gazê re li ser pirsa destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê civiya.

Îro (Yekşem, 10ê Berçileya 2023ê) li avahiyê Civata Wezîran, Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tîma Bilind a Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kompaniyên veguhastin û berhemanîna petrol û gazê re civiyan.

Li gor ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de behsa dawî pêşhatên danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê di derheqa qanûna budce û petrolê de hatin kirin, herwesa amaje bi pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya bergiriya ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi niyeta çarekirina arêşeyan hat dan.

Her di wê civînê de tekez li ser niyeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çarekirina bingehîn hat kirin û amaje bi wê yekê hat dan, ya ku li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanêl pêdivî bû kiriye, ji bo ku danûstandin bigehin lihevkirinê û çareseriyê, herwesa amaje bi civîna hevpar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şanda Bilind a Wezareta Petrolê ya Federalî li nîva Mijdara îsal hat dan, ku Herêma Kurdistanê her tiştekê pêdivî ji zanyar û data û belgenameyan pêşkêşî Wezareta Petrolê ya Federalî kiriye.

Herwesa di wê civînê de heza Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bi zûtirîn dem bi nûnerê kompaniyan re hat diyarkirin ku vê mijarê jî pêdivîtî bi hevfehimandineka hevpar a hemî aliyan e di derheqa xerciyên berhemanîn û veguhastinê de.

Her di wê civînê de behsa wan astengan jî hat kirin ên ku di dema çend salên borî de ji ber rewşa aborî ji bo kompaniyên petrolê çê bûbûn, bi spasî ve amaje bi xweragiriya kompaniyan hat dan, herwesa amaje bi wê yekê jî hat dan ku karên wan dê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re serkeftîtir bin.

Li dawiyê biryar hat dan ku ev rengê civînên hevpar bi merema vedîtina çareseriyên hevapr berdewam bin, ji bo yekalîkirina arêşeyên helawîstî pêxemetî destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ku dê rolekê giring di vejandina aborê Herêma Kurdistan û Îraqê de hebe”.