Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehişt Bexdayê

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinan bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Federalî re gehişt Bexdayê.

Êvara îro (Yekşem, 10ê Berçileya 2023ê) Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ji Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî û şanda pê re pêk hatiye, gehişt Bexdayê.

Wezareta Darayî parve kiriye ku, armanc ji vê serdanê ew e ku li ser siyaseta gomirkê ya Îraq û Herêma Kurdistanê û edilandina qanûna deriyên sinorî danûstandinan bikin.