Weberhênerên Azerbaycan û Tirkiyeyê tên Herêma Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Çend xwedankarên nû yên Tirkiye û Azerbaycanê bi sermayeyên xwe li Herêma Kurdistanê pirojeyên weberhênanê bi cih tînin.
Li dû ragehandineka Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hikûmeta Hewrêma Kurdistanê, îro (Yekşem, 10ê Berçileya 2023ê) Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê Kemal Muslim pêşwaziya çend bazirganên Azerbaycan û Tirkiyeyê kiriye ku bi merema çend pirojeyan hatine Herêma Kurdistanê.
Li dû wê ragehandinê, di hevdîtina navbera Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê û weberhênerên Tirkiye û Azerbaycanê de, behsa wan kertan hatiye kirin ên ku kompanî û weberhênerên wan her du welatan dikarin li Herêma Kurdistanê xizmetê tê de bikin.
Herwesa behsa wê piştevanî û arîkariyê jî hat kirin a ku Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê û aliyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pirojeyên weberhênanê de pêşkêşî wan dike.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi merema bilindkirina astê aborî yê Herêma Kurdistanê, hûrkariyên kar û bernameyên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina aborê Kurdistanê û arîkariya bazirganan behs kirin.
Ji bilî wê yekê jî, rênimayên pêdivî dan weberhênerên Tirkiye û Azerbaycanê, û arîkarî û piştevanî di çarçoveya qanûn û rênimayan de li dû pêdivîtiya bazarê Herêma Kurdistanê ji bo wan tekez kirin.