Li beyabana Reqayê 5 kes di êrîşeke DAIŞê de hatin kuştin

Hêzeke Berevaniya Niştimanî - Arşîv
Hêzeke Berevaniya Niştimanî - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê ya li gundewarê Reqayê de, sivîlek û 4 çekdarên hêzên ser bi rêjîma Sûriyeyê ve hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çeteyên DAIŞê kesek li beyabana Bû Hemed a rojhilatê Reqayê kuştin, dema hêzên Berevaniya Niştimanî û welatiyên sivîl hewl didan temê wî kesî rakin, ketin zeviyeke mînan a DAIŞê.

Rewangehê diyar kir jî encama wê kemîna DAIŞê de, 4 çekdarên Berevaniya Niştimanî hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Hêzên Berevaniya Niştimanî komeke leşkerî ya Sûriyeyê ye, di dawiya 2012an de ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatiye avakirin û erkê wê piştgiriya operasyonên wê yên li dijî opozîsyona çekdar e.

Piştî wê êrîşa DAIŞê, firokeyên şer ên Rûsyayê bi tundî êrişî cihên cuda li beyabana Sûriyeyê kirin.

Li gorî Rewangehê, ji destpêka îsal ve 599 kes li beyabana Sûriyê di êrîşên cuda de hatine kuştin, ji wan 44 çekdarên DAIŞê, 389 leşker û çekdarên ser bi rêjîma Sûriyeyê ve û 166 sivîl in.