Bexda.. Sûdanî pêşwaziya Wezîrên Navxwe û Darayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê pêşwaziya Wezîrê Navxwe û Wezîrê Darayî û Aborî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, di hevdîtina wan de tekez li ser hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ji bo çarekirina arêşeyên hilawîstî yên girêdayî deriyên sinorî û yekkirina siyaseta gomirkê hat kirin.

Îro (Duşem, 11ê Berçileya 2023ê) Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê di ragehandinekê de amaje da, Serokê Hikûmeta Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwaziya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtina wan de, danûstandin li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Îraqê, hejmareke dozên ewlehiyê û darayî û amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li meha Şibatê ya sala bê hatin kirin.

Di eynî demê de tekez li ser hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ji bo çarekirina arêşeyên hilawîstî yên girêdayî deriyên sinorî û yekkirina siyaseta gomirkê hat kirin.

Doh (Yekşem, 10ê Berçileya 2023ê) Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ji Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Darayî û Aborî Awat Cenab Nûrî û şanda pê re pêk hatiye, gehişt Bexdayê.

Wezareta Darayî parve kiriye ku, armanc ji vê serdanê ew e ku li ser siyaseta gomirkê ya Îraq û Herêma Kurdistanê û edilandina qanûna deriyên sinorî danûstandinan bikin.