Enes Cemal: Lîsta PDKyê li Kerkûkê lîsta hemî pêkhatan e

Enes Cemal
Enes Cemal

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedekê neteweya Tirkmen yê PDKyê li Kerkûkê amajeyê dide wê yekê ku, lîsta PDKyê li Kerkûkê bûye lîsta pêkhatên Kerkûkê. Herwesa dibêje, “Tirkmen û Ereb û Kurd nexşeya îdarî ya Kerkûkê diguherin”.

Îro (Duşem, 11ê Berçileya 2023ê), Enes Cemal Mihemed ku namzedê hejmar 19 ê PDKyê ye ji K24ê re ragehand, “PDK dê bi 30 namzedan li Kerkûkê tevlî hilbijartinên civatên parêzgehan bibe”.

Enes Cemal got, “Armanca me ew e ku em zêdetirîn dengan bi dest xwe ve bînin, ji bo ku em bikarin bê cudahî xizmeteka baş ji bo xelkê Kerkûkê bikin”.

Wî namzedê PDKyê amaje da wê yekê ku peywendiyên gelek baş bi Erebû Tirkmenan re hene, got, “Piraniya Tirkmenan soz daye dengê xwe bidin min û PDKyê”.

Di derheqa wan pilan û bernameyên ku piştî hilbijartinan ji bo Kerkûkê hene, Enes Cemal ê namzedê PDKyê bal kişand ser wê yekê ku, wan niyet heye piştî serkeftina di hilbijartinan de, bê cudahî xizmeta hemiyan bikin, ên ku dengê xwe didin wan û yên ku dengê xwe nadin wan jî. Wî got, “Dirûşmê PDKyê pêkvejiyan û hevpejirandin e”.

Di derheqa arêşeyên erd û zeviyên Kerkûkê û derdora wê de, Enes Cemal amaje da wê yekê, arêşeyên erd û zeviyên Kurd û Tirkmenan li deverên Kerkûkê dikin mijara serekî.

Wî anmzedê PDKyê got, “Mafê wan hemî Kurd û Tirkmenan e, yên ku erdên wan bi biryara Civata Serkirdetiya Şoreşê û Biryarên Karûbarên Bakurî bi Ereban hatibûn dan, erdên wan lê bên vegerandin.

Herwesa got, “Ew biryarên niha di derheqa wan erdan de derdikevin biryarên siyasî ne, ne ku qanûnî ne. Eger qanûnî bin, nabe ew erd bi Ereban bên dan, divê bi Kurd û Tirkmenan bên dan.

Enes Cemal eşkere kir, bi vegeriyana PDKyê ji bo Kerkûkê, rewşa bajarî gelek baş bûye, Kurd û tevaya pêkhatan pê dilxweş in. Herwesa tekez kir, “Tirkmenan li ser lîsta PDKyê sê namzed hene, zêdebarî namzedekê Ereban jî.

Li dawiyê jî ragehand, “Lîsta PDKyê lîsta pêkhatên Kerkûkê ye, bi Kurd û Ereb û Tirkmen ve”.