13 banzînxane li Soranê hatin daxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – 13 benzînxaneyên nêzî cihên akincîbûna welatiyan li nav bajarê Soranê hatin daxistin. Ên ku cihên wan guncayî ne jî, lijneyek dê berdewam çavdêriya wan bike.

Roja 11ê Cotmeha 2023ê agir berbû benzînxaneyeka nêzî hejmareka malên welatiyan li nav bajarê Soranê. Roja 8ê Berçileya 2023ê jî, her li Soranê agir berbû avahiyekê akincîbûnê û 14 kes mirin û heşt kes jî birîndar bûn.

Piştî qewimîna wan rûdanan li Soranê, biryar hat dan ku ew benzînxaneyên dikevin nêzî cihên akincîbûna welatiyan bên daxistin. Ên ku cihên wan guncayî ne jî, bi dabînkirina pêdivîtiyên selametiyê hatin pabendkirin û lijneyek jî dê berdewam çavdêriya wan bike.

Qayimqamê Qezaya Soranê Receb Zubêr serperiştî û çavdêriya wê piroseyê dike. Pêştir ezmûnên agirberbûna benzînxaneyan û metirsiyên li ser cihên akincîbûna welatiyan hatine tomarkirin, ev bizav jî ji bo dûrxistina zirarên mirovî ye di dema rûdanên nexwastî de.

Qayimqamê Qezaya Soranê dibêje, wan benzînxaneyan dadixin “ji ber ku nêzî mal û deverên akincîbûnê ne. Divê heta niha 100% şertên bergiriya şaristanî bi cih anîban û em bi nivîsarên fermî haydar kiriban ku çi metirsiyek li ser xelkî çê nekiriye. Me biryar da wan dabixin ji ber ku em hest dikin metirsî heye û pêştir jî li vî bajarî bûne sedema çend rûdanên dilhejîn”.

Dûrxistina benzînxaneyan ji navenda bajarî û cihên biqerebalix li nik welatiyan pêngaveka durist û dilxweşker e.

Welatî Rizgar Eshed dibêje, “Em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku van benzînxaneyan ji navenda bajarî û xelkî û avahiyan dûr bixe”.

Necat Zirar jî dibêje, “Piraniya benzînxaneyan di nav malan de ne. Mal li rexên cadeyan hene û xelk lê dijî. Eger agir berbibe benzînxaneyekê, karesatên mezin dê çê bibin”.

Lijneyeka taybet ji bo çavdêrîkirina wan benzînxaneyên dikevin nêzî cihên akincîbûnê û biqerebalix dest bi karî kiriye, di dema du rojan de 13 benzînxane daxistine û tevaya benzînxaneyên wê derê jî bi şertên selametiyê û dabînkirina kelûpelên pêdivî ji bo berhingarbûna her rûdaneka nexwastî pabend kirine.