Kelûpelên çandinê li ser cotyarên Şemamikê tên parvekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberiya Giştî ya Çandinê ya Hewlêrê ragehand, bi hevahengiya Rêkxistina WHHê ya Almanî, qonaxa duyê ya parvekirina kelûpelên çandinê li ser cotyarên Şemamikê dest pê kir.

Îro (Sêşem, 12ê Berçileya 2023ê) Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Çandinê ya Hewlêrê Hêmin Seyîd Mirad ji K24ê re got, “Bi hevahengiya Rêkxistina WHHê ya Almanî, qonaxa duyê ya parvekirina kelûpelên çandinê li ser 39 cotyarên devera Şemamikê dest pê kir, ku erebane, qezme, mer, sindoqa hawarhatina tendirustî, tovê temate, îsot, bacanreşk û xiyaran û amûrên avdanê bûn”.

Kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê her ji destpêkê ve giringiyeka zêde daye kertê çandinê, wekî pareka pêşxistina aborî û ji bo parastin û zêdekirina berhemên navxweyî, piştevaniya cotyarên Herêma Kurdistanê kiriye.

Her di wê çarçoveyê de, kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di van du salên dawiyê de pareka berhemê navxweyî yê Herêma Kurdistanê ji bo derve hinarde kiriye.