Dadgeha Federalî skalaya paşxistina hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê red kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê skalaya paşxistina hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê red kir.

Îro (Sêşem, 12ê Berçileya 2023ê) çavkaniyekê ji Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê ji K24ê re ragehand, dadgehê ew her du skala red kirin ên ku dixwast hilbijartinên Civata Parêgeha Kerkûkê bên paşxistin.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê sibeha îro li ser wan her du skalayan civiya yên ku ji aliyê namzedekê Hevpeymaniya Qiyadeyê û namzedekê Bereya Tirkmenî ve hatibûn tomarkirin.

Wan her du namzedan daxwaz ji Dadgeha Federalî kiribû ku careka dî hûrbînî di tomara dengderan de bê kirin û navên 257 hezar dengderên Kurd ji tomarên dengderan bên derxistin.

Merema wan ew Kurd in ên ku xelkê Kerkûkê ne û li serdema Rijêma Beis awareyî bajarên Herêma Kurdistanê bûne û piştî sala 2003ê vegeriyane Kerkûkê. Ew bi wê behaneyê daxwaza paşxistina hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê dikin.

Ev 18 sal in ku hilbijartinên civatên parêzgehan li Kerkûkê nehatine kirin, niha jî çend aliyên Ereb û Bereyê Tirkmenî dixwazin careka dî hilbijartin bên paşxistin. Partiyên Kurdistanî jî wê bizavê wekî tirsa ji encamên hilbijartinan dibînin.

Dawî hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê li sala 2005ê hatine kirin. Biryar e li roja 18ê vê mehê û piştî 18 salan, careka dî hilbijartinên civata parêzgehê bên kirin.

Vê carê 870 hezar û 920 kesan li Kerkûkê mafê dengdanê heye, ji bo hilbijartina 15 endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê ji 248 namzedan û 10 hevpeymanî û pênc lîstên serbixwe yên partên siyasî û sê namzedên serbixwe.