Jinên Kerkûkê daxwaza peydakirina derfetên karî ji namzedên jin dikin

67 namzedên jin ji bo hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Jinên Kerkûkê ji desthilata şeş salên piştî 16ê Cotmeha 2017ê nerazî ne û dibêjin, “Mafên me hatine binpêkirin”. Daxwazê ji namzedên jin jî dikin ku di dema serkeftina xwe de ji bo civata parêzgehê bergiriyê ji wan bikin û derfetên karî jê re peyda bikin.

Necîba Yelda ya kiristiyan jineka Kerkûkî ya 63 salî ye û bi karê jîngehparêziyê du malbatan xwedî dike. Ew ji rewşa piştî 16ê Cotmehê ya Kerkûkê nerazî ye û dibêje, “Arêşe gelek in, cihê akincîbûnê nîne, kar nîne û aliyên hikûmetê jî çi arîkariya me nakin. Daxwaza min ji namzedan ew e ku derfetên karî ji bo kiça min peyda bikin, ji bo ku em jî bikarin bijîn û pişta xwe bi xwe gerim bikin”.

67 namzedên jin ji bo hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê hene û 19 ji wan Kurd in. Di nav lîsta PDKyê de jî, ji 30 namzedan 7 jin in.

Jinên Kerkûkê gelek arêşe hene ku pêdivî çarekirinê ne, ji bo vê yekê jî nûnerîtiyeka rast û kesên xwedî ezmûn pêdivî ne.

Namzeda PDKyê Emel Damirçî ji K24ê re got, “Ez wekî namzedeka jin sozê didim bê cudahiyên olî û neteweyî piştevaniya hemî jinan bikim. Eger ez bibim endama civata parêzgehê, ez dê bizavê bikim ku derfetên karî ji bo jinên Kerkûkê li hemî dezgehên bajarî peyda bikim”.

Li dû zanyar û amarên rêkxistinan, rewşa jinan li Kerkûkê ji aliyê tundûtîjiyê, bêkariyê û binpêkirina mafên wan ve xirab e. Ji bo nehêlana van diyardeyan jî, wan hêviya xwe li ser sozên namzedên jin ava kiriye”.