Diyarbekirî daxwazin kesên çanda Kurdî nas nakin nebin namzetên şaredariyan

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Pêvajoya Hilbijartinên şaredariyan de liv û tevgerên Partiyan zêde dibin û DEM Partî jî serîlêdanên namzetiya serokatiyên şaredariyan dirêj kir. Li gorî hilbijartinên borî bernamzedên ji DEM Partiyê serîlêdan kirine giringiyek cuda didin zimanê kurdî û welatî li bendê ne kesên ku çanda Kurdî bizanin û xizmetê bikin werin nîşandan.

Kelecana hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe û ji bo hilbijartinên dê di 31ê adarê de werin li darxistin bernamzet serîlêdanên xwe dikin. DEM Partî jî dema serîlêdanan bo heta 20ê berfanbarê dirêj kir û kesên bo namzetiya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir serîlêdanê dikin girnigiyê didin nasnameya neteweyî û balê dikêşin ku destpêka xizmeta civakê de xwedîlêderketina nirxên neteweyî heye.

Bernamzedê DEM Partiyê bo Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Dogan Hatûn ji K24ê re got: “Beriya her tiştî kesê ku bibe Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir divê kurdî bizane. Divê zimanê bajêr bi kurdî be û ev yek bi esnafan pêkan e, yên ziman nezanin nikarin xizmetê jî bikin. Ji bilî vê jî emê karsazên derveyî Diyarbekir bikêşin bajêr bo razemeniyê bikin û bi vê yekê jî bêkariyê re çareseriyek dibînin.”

Welatiyên Diyarbekir jî amaje dikin ku ew qebûl nakin kesên axa Diyarbekir, çand û dîroka Diyarbekir, pirsgirêkên Diyarbekir nas nekirn wek namzet werin nîşandan û balê dikêşin ku şaredarî cihên xizmeta civakê ne û ji ber wê yekê jî divê navên nêzîkî civakê werin nîşandan.

Welatî: “Kî dibe bila bibe, bile xizmetê bike û gendeliyê neke. Bila bikaribe karê welatiyan pêk bîne”

Welatî: “Bila serokek ku alîkariya feqîran bike bibe were hilbijartin.”

Welatî: “Yên ku zimanê kurdî nezanin, çanda kurdî nezanin, kevneşopiya vî bajarî nezanin bila nebin namzet.”

Welatî dixwazin ku kesê bibe Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Kurdî bizane, gendeliyê neke û çareyekê ji bêkariyê re bibîne.