Encûmena Wezîran a Iraqê bûdceya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê terxan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Ençûmena Wezîrên Iraqê a biryar da, zêdetir ji 43 milyar dînar ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were terxankirin.

Encûmena Wezîran a Iraqê îro 12ê Berçile bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî civiya û biryar da, 43 milyar û 769 milyon û 149 hezar dînar ji bûdceya Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were xerckirin.

Encûmena Wezîran a Iraqê herwiha desthilat da Serokê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan, ji bo ku serperiştiya karên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bike.

Herwiha cudahiya 25 milyar 460 milyon 851 hezar dînar ji rezerva awarte ya bûdceya diyarkirî bo Herêma Kurdistanê, li ser bûdceya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a sala 2023an, ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê tê zêdekirin.

Encumena Wezîran a Iraqê birê 5 milyar û 562 milyon û 149 hezar ji aliyê Wezareta Darayî ve ji ji Herêma Kurdistanê re hatine veqetandin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hişkesalî û lehiyan Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab roja 3ê Tebaxa borî ragihandibû, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi biryarnameyekê roja 25ê Sibata 2024an wek roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihandiye.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê serperiştiya hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê dike û 22ê Mijdara dema Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bo 6 mehan dirêj kir, ji bo ku bikaribe hilbijartinên encumenên parêzgehan û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê lidar bixe.