Namzedê DEVA: Ezê navê Sûrê bikim Amed

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji Partiya DEVA Cenap Ekîncî li Diyarbekirê derbarê projeyên xwe de civîna çapemeniyê li dar xist. Ekîncî bal kişand ku berî her tiştî divê ew bajarê xwe bi awayekî azad bi nasnameya xwe birêve bibin.

Yek ji partiyên ku namzedê xwe bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê aşkere kiriye, Partiya DEVA ye ku namzedê Partiya DEVA Cenap Ekîncî proje û ramanên xwe ji çapemeniyê re aşkere kir.

Cenap Ekîncî di civîna çapemeniyê de got: “Rê jî werin çêkirin gulên bedew jî werin danîn heta ku destê dirêjî dilê me nekin bê wate ye.”

Herwiha got: “Demokrasî ne leyîstok e. Divê rêz li vîna gel were girtin. Em dixwazin li welatê azad bijîn li desturê mafên me bên nasîn. Em jî biratiya gelan dixwazin lê li gorî hiquqa birayan bila çêbibe. Em naxwazin zarokên me bimirin em dixwazin zarokên me li cîhanê bijîn. Bi rêya pevçûnan mafên rewa nayên bidestxistin.”

Namzedê Partiya DEVA diyar kir: “Em herdu siyasetan jî red dikin. Xizmetên sereke yên wek av, elektrîk, rê peywirên sereke yên şaredariyê ne ji xwe şerm e behsa van were kirin. Karê min ê yekem dê aşkerekirina gendeliyên qeyyum be û Cenap Ekîncî da zanîn ew ê navê Sûrê bidin guherîn û bikin Amed.”