Filmên Filmefestîvala Dihokê ya Navdewletî li Çaksaziya Zirka jî tên nîşandan

Filmefestîvala Dihokê ya Navdewletî li Çaksaziya Zirka
Filmefestîvala Dihokê ya Navdewletî li Çaksaziya Zirka

Navenda Nûçeyan (K24) – Filmên Gera 10ê ya Filmefestîvala Dihokê ya Navdewletî li nav Çaksaziya Zirka ji bo dadgehkiriyan tên pêşkêşkirin.

Ev sê roj in li ser yek film li hola Çaksaziya Zirka tên pêşkêşkirin.

Serperiştê Festîvalê li Çaksaziya Zirka Heval Naîf ji K24ê re ragehand, “Me biryar da îsal festîvalê bînin çaksaziyê jî, merem jî pê ew e ku mirov dikare sînemayê bi giştî ji bo gelek waran bi kar bîne; perwerde, pîşesazî, çaksazî û hemî warên din ên jiyanê”.

Herwesa got, “Me diviya em bînin vê zindanê ji bo çaksaziyê, ji bo ku em bikarin zêdetir peyama xwe bigehînin wan û ew jî demekê xweş û baş bi me re derbaz bikin”.

Nêzî du hezar dadgehkiriyan di nav Çaksaziya Zirka de hene. Bi vê rêyê, ji bilî ku seqayekê aram ji bo wan peyda dibe, herwesa ew ji bo demekê ji seqayê girtîgehê jî dûr dikevin. Ji bilî nîşandana filman, panelên girêdayî çaksaziyê jî ji bo wan tên rêkxistin.

Berpirsê Ragehandina Çaksaziya Zirka Irfan Mihemed amaje da, “Helbet hemî mirov pêdivî hemî cûnên çalakiyan in, lewma jî em bi vê çalakiyê dilxweş in ku îsal li vê derê tê berhevkirin û ev film ji bo dadgehkiriyan tên pêşkêşkirin, da ku ew jî ji dîtina van filman bêbar nebin”.

Herwesa amaje da ku, “Mimkin e ew ji bo xwe mifayekî jî ji çîrokên filman bibînin, dîsa jî xweşiyeke ji bo wan”.

Gera 10ê ya Filmefestîvala Dihokê ya Navdewletî li 9ê vê mehê dest bi karên xwe kiriye û biryar e heta 16ê vê mehê berdewam be. Rojane li ser şaşeyên sînemayî yên her du holên Konfiransan û Sînemaksê hejmareke filman tên nîşandan, herwesa filmên ku di hevrikiyê de ne jî li Çaksaziya Zirka ji bo dadgehkiriyan tên dubarekirin.

Ji giringtirîn guhertinên ku bi ser vê gera Filmefestîvala Dihokê de hatine zêdekirina pişkeka taybet ji bo zarokan e, herwesa nîşandana wan filmên festîvalê di nav Çaksaziya Zirka de ye, ku ev jî bûye cihê dilxweşiya dadgehkiriyan.