Rûsya: Em ji bo lihevkirineka mezin bi Îranê re kar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragehand, Rûsya û Îran karên xwe ji bo “lihevkirina bazirganî ya nû ya mezin” di navbera xwe de bileztir dikin.

Doh (Sêşem, 12ê Berçileya 2023ê) Wezareta Derve ya Rûsyayê di beyannameyekê de ragehand, Mosko û Tehran karên xwe ji bo “lihevkirina bazirganî ya nû ya mezin” di navbera xwe de bileztir dikin, lê çarçoveya wê lihevkirinê eşkere nekir. Ev jî ji ber pêşxistina peywendiyên siyasî û bazirganî û serbazî yên navbera wan her du welatan e, ku Amerîka bi nîgeranî ve temaşe dike.

Herwesa amaje da, wezîrên derve yên her du welatan, Sergey Lavrov û Hisên Emîr Ebdulahiyan, di peywendiyeka tilefonî de li hev kir ku ji bo wê lihevkirinê bileztir kar bikin.

Heftiya borî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Kirimlînê bi Îbrahîm Reîsî yê hempayê xwe re pênc seetan danûstandin kirin.

Kirimlînê meha borî ragehand, Rûsya û Îran ji bo pêşxistina peywendiyan kar dikin, ji wan jî di warê arîkariyên serbazî û teknîkî de, lê red kir ku çi daxuyaniyekê li ser wê pêşniyara Koçka Spî bide ku mimkin e Îran hizir di dabînkirina moşekên Balistîkî ji bo Rûsyayê de bike.

Desthilatdarên Îranê pêştir ragehandibû ku arîkariyên serbazî bi Rûsyayê re roj bi roj berfirehtir dibin. Meha borî ragehand ku rêkxistinên xwe yên pêdivî ji bo Rûsyayê temam kirine, ji bo ku balafirên şerî yên “Su-35” û kopterên “Mi-28” û balafirên rahênanên balafirvaniyê “Yak-130” ji bo wê dabîn bike.