Rêveberiya Xweser navê xwe diguhere
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser hejamreka guhertinan di destûrê nû de dike û navê Rêveberiya Xweser dike “Rêveberiya Xweser a Demokrat li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” ku heft kantonan vedigire.
Wê rêveberiyê di ragehandinekê de eşkere kir, pêkhata şaredariyan û lîsta şaredariyan dê bên vekirin, her dîsa dê navê Civata Giştî jî bike Civata Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Parve kiriye jî, hejmareka dezgehên nû dê bên vekirin wekî dezgeha çavdêriya gel û civata zanîngehan.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragehand jî, piştî pejirandina wê destûrê, guhertin dê bên bicihanîn.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li sala 2013ê ji aliyê PYDyê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin û pareka parêzgehên Heseke, Reqe, Heleb û Dêrazorê vedigire.
Li van çend salên dawiyê hejamreka bajar û gundên sinorê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê keft bin desthilata Tirkiyeyê û hêzên opozisyon ên Sûriyeyê ku girêdayî Tirkiyeyê ne.